ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî: Roja îro Sûriyê ji her dem û gaveke din bi hêz û qawetir e

Elî Ekber Wilayetî şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li karûbarên navneteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina xêr û mesleheta nizama Îranê û Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya hişyariya Îslamî got: Roja îro Sûriyê ji her dem û gaveke din bi hêz û qawetire û peywendiyêên Îranê tev Sûriyê gelekê qahîmtir bûye û hertim Îran ji berxwedana xelkê û gelê Sûriyê li hemberî terorîstan û aliyên fanatîk piştevaniyê dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Elî Ekber Wilayetî şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li karûbarên navneteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina xêr û mesleheta nizama Îranê û Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya hişyariya islamî li dewama sefera xwe ya derveyî roja îniyê ji Lubnanê çûye Sûriyê û ji aliiyê cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê û birek ji berpirsên vî welatî hate pêşwazî kirin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyêbilî pêşewaziya germ ji Wilayetî ragihand ku Komara islamî ya Îranê wekî dost û hevrêyê dewlet û gelê Sûriyê ye û ji Rêberê giranqedr êÎnqilaba Îslamî ya Îranê û herwisa gel û dewletta Îranê ji ber piştevaniyên ji gelê Sûriyê qedrzanî kir.

Elî Ekber Wilayetî şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li karûbarên navneteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina xêr û mesleheta nizama Îranê û Sekretirê giştî yê civata cîhanî ya hişyariya islamî jî bilî diyarkirina keyîfxweşiya xwe ji sefera ducarî bo Sûriyê got: Ji ber berfireh bûna peywendiyên du welatên dost û bira yanî Sûriyê û Îranê û bona parastina ewlehiya navçê pêwîste ku karbidestên du welatan dewamê bidin seredanên xwe û rewşa meydanî li navçê bêxin çavdêriya xwe.

Elî Ekber Wilayetî li dewama gotinên xwe got: Pêwîst e ku gotûbêj û şêwirînên du welaan pirtir bibe û ez bawer im ku serokkomarê Sûriyê nîşan da ku bi teyîbîr û mêrxase û dikare Sûriyê bibaşîîdare bike.

Wilayetî li vê sefera xwe dê gel karbidestên Sûriyê û birîndarên şêr hevdîtinê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu