Wilayetî rola Ewrûpayê ji bo rawestana li ber terorîzmê pêwîst da zanîn.
Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civaka kivşkirina mesilheta nizama Îranê, Elî Ekber Wilayetî roja sêşemiyê li hevdîtina xanim “ Lonê Denker Vysburg, alîkara wezîrê karên derve yê Danîmarkayê li Têhranê got: Hejmarek ji terorîstên ku îro li dijî gelên navçê şer dikin ji welatên ewrûpî ne ku li pêşerojê dikarin derbeyên giran li van welatan bixin.
Serokê navenda lêkolînên stratejîka civaka kivşkirina mesilheta nizama Îranê tekez kir: Ser qazanca welatên ewrûpî ye ku rola serbixwe û binador li çareserkirina qeyranên navçê ji wan rawestana li ber terorîzmê û grûpên tundrew û tekfîrî û girtina pêşiya alîkariyên çek û sîlehî û aborî bo wan hebin.
Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku Têhranê ji destpêka qeyrana Sûriyê rêçara siaysî wek siayseta û hewlwesta xwe ya bingehîn daye ragihandin û got : Îranê dê her alîkariyekê jibo pêaknîan a aşitî û aramiyê li navçê bike. Alîkara wezîrê karên derev yê Danîmarkayê jî amadetiya welatê xwe jibo berfirehkirina hevkariyên dualî, navçeyî û navneteweyî tev Îranê ragihand û ser pêwîstiya bidestxistina rêçara siaysî jibo qeyranên navçê tekez kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)