AsyaEwropaMafên MirovanNûçe

Li Deryaya Spî dîsa keştî binav bû: 7 mirî

Hat ragihandin ku koçberên ku xwestin Deryaya Spî derbas bikin û herin Îtalyayê keştiya wan binav bû, herî kêm 7 koçberan jjiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya tîma ewlekarî ya perava Îtalyayê ku di Gûardîa Costîera de hat gotin nêzî 300 koçberên ku dixwestin derbasî Girava Lampedûsa û bajarên din ên perava Îtalyayê bibin, rizgar kirine. Di nava rojekê de 4 operasyon hatine lidarxistin, koçberên di nava 3 keştiyên lastîk û keştiyekî biçûk de hatine rizgarkirin.

Di operasyonên saziyên alîkariya mirovî û keştiyên bazirganiyê yên aîdî kargehan de jî, cenazeyên 7 koçberan hatin dîtin. Gûardîa Costîera di berdewamiya daxuyaniya xwe de got di operasyonan de ku ji 1ê Rebendan û vir ve 180 hezar koçber hatine rizgarkirin, 4 hezar û 800 koçber an mirine an jî di Deryaya Spî de winda bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu