Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, serketina Hizbullahê li hilbijartinên parlemanî nîşana piştrastkirina hikûmetê û siyaseta niha ya vî welatî ji aliyê xelkê Lubnanê da zanîn.
Elî Ekber Wilayetî, duşemiyê şevê li gotûbêja bi kanala yekê ya televîayona Îranê re got:Serketina bereya berxwedanê û Hizbullahê li hilbijartinên parlemanî yê Lubnanê dikare serketinên eskerî yên berê bidin zanîn û wisa destnîşan kir ku ev serketina dikare roleke bi bandor li pêşrija navçê hebe.
Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî gotinên xwe wiha domandin: Ferqa vê dewra hilbiajrtinê bi dewra derbasbûyî eva ye ku vê carê bêyî pirsgirk, piraniya dengan bû nisîbê koma 8 Adarê(Hizbullah û hevpeymanên wê) û helbet tivdîrên seyd Hesen Nesrullah li vê hilbijartinê pir bandora xwe hebûne.
Wilayetî destnîşan kir: Siûdiyan çend mehan berî niha bi rehîngirtina serokwezîrê Lubnanê şans û bextê xwe ceribandin lê bi hikmeta gelê Lubnanê û tivdîrên seyd Hesen Nesrullah, nekarîn bighêjin armancên xwe ku hema pêkanîna alozî û bêewlehiya hilbiajrtinê bû.
Wilayetî teqez kir: Serketina Hizbullahê û bereya berxwedanê li vê hilbijartinê, piştrastkirina pergala siyaseta niha ya Lubnanê ye, bi hezkirina xwedê heftiya dinê û bi lidarxistina hilbijartinê li Iraqê jî wezna bereya berxwedanê li cîhanê bibe çend beramber.
Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê, roja yekşemiyê li 15 navendên hilbijartinê li vî welatî hat lidarxistin.
Libnan xwediyê pergaleke parlemanî ye û saziya dewletê jî ji parlemanî tê avakirin, yanê parleman, navenda desthilatê li Lubnanê ye û bijartina serokkomar û dengê pêbaweriyê bo serokwezîr ji van desthilatên sereke yên vê saziyê ye.
Li gorî qanûna hilbijartinên Lubnanê ku li gor şêwaza rêjeyî hatiye amadekirin, xelk dengê xwe didine lîsteya hilbaijrtinê û her lîste li gorî asta dengên parlemanê dê kursiyên xwe hebin. Her kes tenê dikare dengê xwe bide lîsteyekê û her wiha dengê xwe yê tercîhî bide kesek ji endamên lîsteya hanê.
Pêştir dengê lubnaniyên şeş welatên Îmarat, Uman, Erebistan, Qeter, Kuweyt û Misrê, herwiha lubnaniyên rûniştiyê welatên Emerîka, Kanada, Awistralya, peravên Acê, Nîcer, Brazîl, Brîtanya û Farnsayê hatine girtin.