Wilayetî: Yekitiya Îran, Iraq û Sûriyê dê navçeyê rizgar bike
Elîekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên stratejîk ên civta kivşkirina mesliheta nizamê roja pênşemiyê li hevdîtina Kerem Kebî sekreterê tevgera El-Nuceba ya Iarqê li Tehranê tekez kir: Yekitiya Îran , Iraq û Sûriyê dikare navçê ji şerrê siyonîstan û emerîkiyan rizagr bike.
Wilayetî bal kişand ser berxwedana gelê Iraqê li serdema Rejîma dîktatorê îdambûyî yê vî welatî û piştî wê hewldana jibo parastina yekperçetiya erdê Iraqê û destnîşan kir : Ger Iraq li hember komployên dijminan û terorîstan şikest dixwer dê hewdengiya navçê li hev bikketa.
Kerem Kebî sekreterê tevgera El-Nuceba ya Iarqê jî li vê hevdîtinê piştgiriyên Îranê ji Iraqê, Lubnan û Sûriyê li şerê li hember terorîzmê got : Xelkê Iraqê hevceyî emerîkiyan nînin jiber ku ew dixwezin cardinê Iarqê dagir bikin û li Mûsilê navenda eskerî hebin.
Kebî tevgera El-Nucebayê ya Iraqê tevgereke bi ezmûn da zanîn û tekez kir: Heşdê Şebî an besîca gelanî ya Iarqê dê bihetim li azadkirina Mûsilê beşdar bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)