NûçeRojhilatanavinSûriye

Xaca Sor azadiya tam a Helebê piştrast kir

Xaca Sor azadiya tam a rojhilata Helebê û du gundên Idlibê piştrast kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, komîta navnetewî ya Xaca Sor bal kişande ser  azadiya tam a rojhilata Helebê û du gundên derûdora Idlibê û ragihand ku hemû ew kesên ku pêwîst bû ji van navçane bêne derxistin, îdî derketine û ewlehiya van navçane di destê hêzên ewlehiya Sûriyê bi xwe daye.

Duh pêncşemê medyayên Lubnanî ragihandin ku karwana axirê ya terorîst û neyarên dewleta Şamê ku 15 erebe û 4 Otobûs bûn ji rojhilata Helebê hatine derxistin.

Li destpêka duh pêncşemê Komîta Navnetewî ya Xaca Sor ragihand ku Her çend befrekî zav li derûdora Helebê bariye û pirsgirêk li ser riya hatin-çûna erebeyan hatine çêkirin lê karwana axirê ya neyarên dewleta Şamê ji rojhilata Helebê têne derxistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu