ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Welatên navçeyê hewcedara hevkariya navçeyî ne

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara gotinên vê dawiyê yên rayedarên Tirkiyê li dijî Îranê got: “Mixabin siyasetên şaş ên Tirkiyê di berboriyê bûne sebeb ku niha neçar bin helahelayê bi rê bixin“.

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya dîplomasiya mêdyayî ya wezareta karên derve, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hêvî kir ku welatên navçeyê hewcetiya bi hevkariya welatên navçeyê tam têbigihêjin û ev hevkarî dewsa gotinên viha ne-guncaw be.

Zerîf her wiha li bara gotinên Samih Şukrî wezîrê karên derve yê Îranê ku peywendiyên Qahireyê digel Têhranê piştrast kiribû jî got: “Îranê li warê hevkariyên navneteweyî li bara Sûriyê hertim digel Misrê gotûbêj kiriye û gotûbêjeke teze pêk nehatiye“.

Wî got: “Gotûbêjên berê digel Misrê sala 2016`an li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li New York`ê pêk hatiye“.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara ihtimala baştirbûna peywendiyên Têhran û Qahireyê li pêşerojê bi bîr xist: “Em divê li bara pirsgirêkên hevpar ên navçeyî pêngav bi pêngav pêşda herin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu