Ralif El-Hac, berdevkê navçeyî ya komîta navneteweyî ya Xaça Sor roja çarşemiyê destnîşan kir ku rewşa îsanî li Yemenê bûye karesatek.
250 kes ji endamên civateke derûdorên siyasî, çandî û zanîngehî li navçeyên curbicure cîhanê jî, vê dawiyê li nameyekê bo Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, Êmanolêl Mekron serokkomarê Fransayê, û Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê( sê welatên ku çekên Erebistanê dabîn dikin) teqez kirin ku Yemen ev hezar roj in ku ketiye nava şerekî ku ev welata kişandiye ber karesata însanî ya herî kirêt a cîhanê.
Li vê nameyê bi navê “ Hezar roj şêr. Yemen êdî nikare çavrê bimîne. Sebra Yemenê nemaye “ ku li rojnama Lomonda Farnsayê hatiye weşdnin ji rayeadrên van sê welatan xwestiye ku dev ji piştgiriyên çek û sîlehî ji Erebistanê berdin.
Di eynî edmê de, bernama cîhanî ya xwarekê tev Rêxistina cîhanî ya Tendrustî û sindûqa zarokan a NY( UNCEF) jê vê dawiyê di daxûyaniyeke hevpar de ji hevalbendiya destdirêjkar bi serkirdetiya Erebistanê xwestin ku dawiyê bidine dorpêçkirina Yemenê.
Rêxistina Cîhanî ya Tenrustiyê li rojên buhurî li bara pêla nû ya belavbûna nexweşiya kolêrayê û her wiha nexweşiya Dêftêryayê li Yemenê hişyarî daye.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015`an êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata ji erd û derya û esmîn ve dorpêç kiriye.
Destdirêjiya Erebistanê her wiha Yemen rastî kêmasiya xwarek û dermanan kiriye û gelek nexweşiyên curbicur rewac daye.