NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan terorîst ji paytexta Sûriyê derketin

Li dewama lihevkirina dewleta Sûriyê bi çekdar û komên terorîst re, bi dehan kesên çekdar ji bajarê Xan Şêxa li Xûteya rojavayî ya Şamê, bo parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavayê vî welatî ve hatin veguhestin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, bi sedan çekên wan kesan jî radestî artêşa Sûriyê hatine kirin.

Herwiha li gorî lihevkirina kesên çekdar tev artêşa Sûriyê, biryar hate dayîn ku ew çekên xwe yên sivik û giran û alavên din ên leşkerî radest bikin û li gorî fermana serokê Komara Sûriyê, rewşa wan were şopandin.

Piştî serdestiya artêşa Sûriyê li ser derbasgeh û baregehên sereke yên bajarê Xan Şêxê û tengtirbûna dorpêça kesên çekdar li vî bajarî, ev endam neçar in ku ji bajarê Xan Şêxê derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu