CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Alîkarê serokê Parlimana Iraqê: Hêzên çekdar ên Amerîkayê ji Iraqê derkeve

Alîkarê serokê Parlimana Iraqê, Hesen Keibî bi dayîna daxûyaniyekê xitabî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê her wiha got: Emê çekdarên amerîkî ji riya qanûnê û bi vîn û iradeya neteweyî ya Iraqê derxînin.

Alîkarê serokê Parlimana Iraqê gotinên Trump derbarê mayîna çekdarên amerîkî li Iraqê wek binpêkirina aşkira ya serwerî û iradeya neteweyî ya Iraqê her wiha binpêkirina aşkira ya Qanûna Bingehîn a vî welatî da zanîn.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li hevpeyivîna digel  kanala CBSê got ku naxwaze hêzên çekdar ên Amerîkayê ji Iraqê derxîne.

Wî îdia kir: Ji bo zîrevaniya li ser Îranê, dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê lazim e.

Başa dön tuşu