NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li derûdora Şam û Idlibê agirbes ragihand

Artêşa Sûriyê ji duh îniyê va heta wextekî nadiyar li derûdora Şam û Idlibê agirbes ragihand.

 Artêşa Sûriyê êvara duh îniyê li hinek ji navçên derûdora Şamê û parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya vî welatî agirbes ragihand.

Ev agirbesa ji êvara duh îniyê va hatiye ragihandin û hetanî wexteke nediyar dê bê domandinê.

Hîn neyarên dewleta Sûriyê tu bertekek li hemberî vê agirbesa ku ji aliyê artêşa Sûriyê va hatiye ragihandin ji xwe nîşan nedane.

Yek ji navçên ku agirbes li wê hatiye ragihandin, bajarê Mezayayê ye ku li nîzikiya Şamê ye û hêzên dewletî ew dera dorpêç kirine.

Herwisa agirbes li bajarên Keferya û El-Fûeyê li parêzgeha Idlibê jî hatiye ragihandin ku neyarên dewleta Şamê ev navçe dorpêç kirine.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu