FilistînNûçeRojhilatanavin

Xalid Meşal:”Peymana Sedsalê bi jahr û bi şik e”

Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê yê Berê Xalid Meşal ji “Peymana Sedsalê” ra got ew bertîlek e ku bi pereyên Ereban va dane herêmê.

Meşal bertek nîşanî “Peymana Sedsalê” ya ku Filistînê neçar dikin û komxebata bi navê “Ji Bo Refahê Aştî” ya ku li Manamaya paytextê Behreynê hat lidarxistin da.

Meşal got gelê Filistînê wê destûrê nede Peymana Sedsalê bikeve rewacê û wiha axivî: “Peymana Sedsalê bi jahr û bi şik e, ji bilî vê bi pereyên Ereban ji bo firotina Filistîn û Qudsê bertîlek e ku dane herêmê.”

Meşal anî ziman gelê Filistînê hin tiştan wek xetên sor dihesibîne, ewê destûrê nedin li ser van tiştan bazarî bên kirin û divê dagirkerî dawî bibe, girtiyên di girtîgehên Îsraîlê da bên berdan û Ereb jî beşdarî vê komxebatê nebin û peymanê qebûl nekin.

Der barê komxebata bi navê “Ji Bo Refahê Aştî” ya ku li Manamaya paytextê Behreynê hat lidarxistin da Meşal got ew di bin rêvebiriya Amerîka û Îsraîlê da tê kirin û xebateke bi şik e, xêra wê ne ji welatên Ereban ra û ne jî herêmê ra heye, ji ber vê divê kes beşdarî komxebatê nebe.

Meşal got yên ji bo berjewendiyên xwe dixwazin dilê Amerîkayê xweş bikin Filistînê dikin qurban û wiha dewam kir: “Yên vê bikin, wê der barê Filistînê da sûcekî bikin. Kî dixwaze qumarê bilîze, bila li ser hebûnên xwe bilîze.”

Herî dawîn Meşal got Filistîn ne perçeyekî Îsraîlê ye û yên bi Îsraîlê ra hevaltiyê dikin bi dijminên umetê ra hevaltiyê dikin.

Başa dön tuşu