NûçeFilistînRojhilatanavin

“Shin Bet” pêşniyara rawestandina êrîşkariyê dike

Serokê Shin Bet Ronan Barr di civîna Encumena Siyasî û Ewlekariyê ya “Kabîneyê” de pêşniyar kir ku divê operasyona leşkerî li Xezeyê bi dawî bibe, ji tirsa xeletiyên ku dê “Israîl” bikeve nav operasyonek leşkerî ya berfireh ku ew naxwaze.

Malpera Walla El-Ebrî jî li ser zarê du wezîrên ku di civînê de beşdar bûn, belav kir ku serokê Şîn Bet got ku operasiyonê bêtir ji armancên me pêk anîn û dê bandorê li qadên din jî bike, di nav wan de armanceke stratejîk ya cudabûnê. Hamas û Cîhad.

Rayedarên payebilind ên Îsraîlî diyar kirin ku “bi giştî her kes di wê baweriyê de ye ku divê operasyon bê rawestandin, lê şert û mercên wê hê negihîştine.

Malpera Walla amaje bi wê yekê jî kir, ku serokê Şîn Bet amaje bi wê yekê kir, ku êrişan armanceke stratejîk ya cudakirina Hemas û Cîhada Îslamî bi dest xist, di heman demê de serkirdeyên dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê tekez kirin ku divê ev cudabûn were parastin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Eyal Holata di hevdîtinê de got ku armanc ew e ku Hamas ji bo agirbestê zextê li Cîhada Îslamî bike. Û wî got jî ku ev tişta ku Misrî jî hewl didin bikin. Herwaha got, di vî warî de ti pêşketinek nemaye û dê dem bixwaze.

Başa dön tuşu