NûçeRojhilatanavinSûriye

Amadetiya hêzên Sûriyê jibo azadkirina navçeyên nû yên li rojhilata Helebê

Hêzên artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê, jibo azadkirina taxên navendî û başûrî yên li bajarê Helebê, amade dibin.

Piştî azadkirina taxa Henanoyê, azadkirina taxên rojhilatî yên Helebê dest pê bû. serdestiya artêşa Sûriyê ser taxa Mesakin Henanoyê ku taxên derdorê girêdaiyê wê ne, rê jibo istandina taxên El Saxûr û Cebel Bedro yên Helebê xweş kir. Artêşa Sûriyê hevgav operasyon li neh mêhweran dest pê kir ku mêhwera herî girîng, mêhwera Ezîze, El Merce û El Qele bûn. Êrişên bi dûhev ên hewayî û bi karanîna çekên deqîq jibo bobmebarana pêgehên komên çekdar ên li Mesakên Henano û taxa El Saxûrê û herwiha teqandina depoyên çekan û odeya operasyonê ya komên çekdar li El Heyderiyê û Bustan El Başayê, bûn sedem ku ev kom zêdetir aloz  û perîşan bibin û qumandeyên van koman nekaribin ku operasyonê kontrol bikin.

Cibhetunusreyê piştî paşdakişyana ji navçeya Silêman El Helebî, bombe danîbûn nava pompeyên avê yên li vê navçeyê, lê artêşa Sûriyê karî van bombeyan pûç bike.

Kanala televîzyonî ya BBC`yê, pêşveçûnên bi dûhev ên artêşa Sûriyê li rojhilata Helebê, pirr lezgîn wesif kir.

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, destnîşan kir ku komên şerxwaz kontrola rojhilata Helebê ji dest dane û eva derbeyeka berbiçav bo şerxwazan bû.

Rojhilata Helebê, niha bi du pişkan re perçe bûye û pişka bakûr di destê hêzên dewletê û ye û komên şerxwaz heft taxên pişka rojhilatê girtine destê xwe. Di 48 saetên buhurî de, alûgorên li rojhilata Helebê, pirr lezgîn qewimîne û tax bi dû hev ketine destê hêzên dewleta Sûriyê.

Li gorî nûçeyeka din a ji Sûriyê, du niftkêşên DAIŞ`ê li Dêruzorê, ketine ber êrişa hewayî  û 35 endamên tekfîrî hatine kuştin.

Balafirên cengî yên artêşa Sûriyê, êriş birin ser du niftkêşên DAIŞ`ê li Dêruzorê û 35 endamên tekfîrî hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu