IraqNûçeRojhilatanavin

Xapandin û fêlbazîyên Amerîkayê li opêrasyona azadkirina Mûsilê

Di heştemîn roja opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê bi fermandarîya Iraqê, pêşdaçûna hêzên hevpar ên iraqî didome.

Mein Seid, fermandarê hêzên taybet ên sazîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê ragihand ku hêzên iraqî îro giheştine 5 kîlomêtrîya bajarê Mûsil, navenda parêzgeha Nêynewayê.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji roja duşem 17`ê Cotmehê va destpê bû. Welatên bîyanî ji wan Amerîka û Tirkîyê hewl dan ku vê opêrasyonê li gorî dilê xwe pêşda bibin lê, helwesta vebirr a dewleta Iraqê pêşîya vî karî girt.

Hêzên seferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî, artêş, eşîret û hêzên Pêşmerge wekî hêzên hevpar ên iraqî, opêrasyona bejayî ya azadkirina Mûsilê pêşda dibin û hêza hewayî ya Iraqê jî piştgirîyê dide vê opêrasyonê. Li vê opêrasyona hewayî, roleke piçûk a hevalbendîya navnetewî heye.

Piştgirîya hewayî ya hevalbendîya amerîkî zef lawaz e û heta li hin deverên Mûsilê, ser xêra têrorîstan bûye û ev yeka bû heger ku pêncşema bhurî hêzên Pêşmerge bikevin ber derba DAIŞ`ê.

Evê reftara amerîkîyan di çarçova Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê da, careka din isbat kir ku mirov nikare pişta xwe bikute amerîkîyan.

Di esasê da Amerka û Tirkîye li dijî opêrasyona azadkirina Mûsilê bûn û berî destpêbûna vê opêrasyonê jî gellek zext  ûzor dan ser dewleta Iraqê. Lê li gorî îtrafa amerîkîyan, opêrasyona azadkirina Mûsilê ji planê pêştir e. Eva ku hêzên iraqî di heştemîn roja opêrasyonê da giheştine 5 kîlomêtrîya bajarê Mûsilê, serketineke berbiçav e.

Amerîkayê bi awayekî devkî ji rola rasterast a delweta Iraqê li fermandarîya opêrasyona azadkirina Mûsilê pêşwazî kirîye lê li piratîkê tenê li fikra berjewendîyên xwe ye û anegorî wan pêngavan ra dike. Sîyaseta durû ya Amerîkayê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê nayê inkarkirinê û Koşka Sipî li Sûrîye û Efganistanê jî sîyaseteke durû li hemberî têrorîsmê dimeşîne.

Amerîkayê bi parvekirina têrorîsmê ser “ têrorîsma baş“ û “têrorîsma xirab“ zemîneya berfirebûna têrorîsmê pêk anî.

Têrorîstên ku Amerîka û hevgirtîyên wî pişta wan digirin, Sûrîye kavil kirin lê Amerîka dibêje ew navînrê ne. Amerîka bi pêkanîna hevalbendîya rûvekî ya dijî têrorîsmê hewl dide xwe li nav koma welatên berpirs li şerê dijî têrorîsmê nîşan bide.

Sîyaseta giştî ya Amerîkayê li şerê dijî têrorîsmê nîşan dide ku ev welata şirîkekî bawerpêkirî di warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê da nîne. Qusûrîya hevalbendîya amerîkî li warê piştgirîya hewayî ji opêrasyona azadkirina Mûsilê û rola Amerîkayê li pêkanîna DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst li navçê, ji hegerên nebûna pêbawerîyê ya dewlet û gelên navçê li bara têkoşîna Amerîkayê li hemberî têrorîsmê. Lewma Hamid Malikî fermandarê hêza hewayî ya artêşa Iraqê îro got ku piştgirîya berfire ya hewayî ji hêzên hevpar ên iraqî li opêrasyona bejayî ya azadkirina Mûsilê di rojevê da ye. Wî pêkutî kir ku hêza hewayî ya artêşa Iraqê, piştgirîya ji hemî bereyan ji bakûr heta başûra Mûsilê daye ustîyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu