Xaxamê Kelîmî: Îran mînaka jiyana bi aşitî ya ol û qewman bo cîhanê ye
Xaxamê civaka kelîmiyên Têhranê got: Îran mînaka herî baş bo jiyana bi aşitî ya peyriwên ol û qewmên curbicur bo cîhanê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Yûnis Hemamî Lalezar, xaxamê civaka kelîmiyên Têhranê roja çarşemiyê li mersima destpêbûna civîna Îmam Riza(s) û gotûbêja navbera olan li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê got: Ji çend qornan berî niha ve Îran her tim welatê aşitî û lihevkirinê bûye û qewmên curbicure Îranî bi aşitî li kêleka hev jiyane.
Hemamî Lalezar bal kişand ser vê yekê ku bi serketina Inqilaba Îslamî, rwşeke berfirehtir û alimanetir bo gotûbêja navbera olan pêk hat û destnîşan kir: Piştî serketina Inqilaba Îslamî derfetek pêk hat ku xwediyên olên curbicur bi azadiya zêdetir li kêleka hev rûnin û bi nihêrîneke tam cuda û bi parastina howiyeta xwe ya olî olên hev nas bikin.
Qeşeyê mezin Seuh Sêrkîsyan xelîfeyê ermeniyên Têhranê jî li vê civînê bal kişand ser vê yekê ku gotûbja olan rewşê bo pêkanîna aşitî, jiyna ahevpar , hevaltî û hevkariyê pêk tîne û got: divê rêberên olî hewl bidin warên hevpar, prensîpên exlaqî û nirxên menewî yên hevpar bo bidestxistina aşitî û pêkanîna jiyana adilane peyda bikin.
Yekim civîna navneteweyî ya Îmam Riza ( s) û gotûbêja olan roja çarşemiyê bi beşdariya rêberên olên curbicur li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê xebata xwe destpê kir û heya sibê dê bidome.