ÎranNûçeRojhilatanavin

Xaxamê Kelîmî: Îran mînaka jiyana bi aşitî ya ol û qewman bo cîhanê ye

Xaxamê civaka kelîmiyên Têhranê got: Îran mînaka herî baş bo jiyana bi aşitî ya peyriwên ol û qewmên curbicur bo cîhanê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Yûnis Hemamî Lalezar, xaxamê civaka kelîmiyên  Têhranê roja çarşemiyê li mersima  destpêbûna civîna Îmam Riza(s) û gotûbêja navbera olan li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê got: Ji çend  qornan berî niha ve Îran her tim  welatê aşitî û lihevkirinê bûye û qewmên curbicure Îranî bi aşitî li kêleka hev jiyane.

Hemamî Lalezar bal kişand  ser vê yekê ku  bi serketina Inqilaba Îslamî, rwşeke  berfirehtir û alimanetir bo gotûbêja  navbera olan pêk hat û destnîşan kir: Piştî serketina Inqilaba Îslamî derfetek pêk hat ku xwediyên olên curbicur bi azadiya  zêdetir li kêleka hev rûnin û bi nihêrîneke  tam cuda û bi parastina  howiyeta xwe ya olî olên hev nas bikin.

Qeşeyê mezin Seuh Sêrkîsyan xelîfeyê ermeniyên  Têhranê jî li vê civînê bal kişand  ser vê yekê ku  gotûbja  olan rewşê bo pêkanîna  aşitî, jiyna ahevpar , hevaltî û hevkariyê pêk tîne û got: divê rêberên olî hewl bidin warên hevpar, prensîpên  exlaqî û nirxên  menewî yên hevpar bo bidestxistina  aşitî û pêkanîna  jiyana adilane peyda bikin.

Yekim civîna  navneteweyî ya  Îmam Riza ( s) û gotûbêja  olan roja çarşemiyê bi beşdariya  rêberên  olên curbicur li Meşhedê li bakurê rojhilata  Îranê xebata xwe destpê kir û heya sibê dê bidome.

Başa dön tuşu