İslami Davet Kurdi Bange İslami

Xebata firokeyên Silêmaniyê bo Îranê dê bi zûtirkê destpê bibin

Dana Muhemed rêveberê medyayî yê balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Li gorî hevhatina cihhatî firînên navbera bajarê Silêmaniyê bajarên Îranê dê bi zûtirkê destpê bibin.

 Li gorî rapora îro  sêşemiyê ya Rûdaw`ê,  Dana Muhemed rêveberê medyayî yê balefirgeha  navneteweyî ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Şîrketên  balefiran ên  Îranê ji bo destpêbûna  xebatên vê beşê  ji meha Hezîranê amade dibin.

Geştên esmanî  yên Têhran-Hewlêrê jî 27 Nîsanê piştî derbasbûna heft mehan hat rawestandin û rêwî dikarin her heftiyê du caran ji Têhranê berê xwe bidin Herêma Kurdistana Iraqê.

Exit mobile version