NûçeRojhilatanavinYemen

Xebata Rêxistiya Netewên Yekgirtî bona vejîyandina gotûbêjên aşitiyê li Yemenê

Nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê got: Em dixebitin carek din dosiya agirbesa nav Yemenê û gotûbêjên dîplomatîke aliyên yemenî carek din destpê bikin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Îsmayîl Weled Şêx Ehmed nûnerê sekretirê giştî yê  Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê îro îniyê bal kişande ser viya ku ev saziya amade ye agirbesekî rastîn û micid li Yemenê destpê bikin destnîşan kir; Pilana nû ya li bara Yemenê her du xalên ewlehî û siyasî li vî welatî digre ber xwe.

Nûnerê sekretirê giştî yê  Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê bal kişande ser karesata mirovî ku li Yemenê diqewime got: Gotûbêjên aşitiyê di navbera aliyê yemenî ku sala pare li Kuwêytê destpê bû ev mecala bo me çê kir ku carek din em li bara rê-çareyên siyasî bona çareserkirina kirîza Yemenê bifikirin.

Îsmayîl Weled Şêx Ehmed bal kişande ser viya ku bona çareserkirina kirîza Yemenê, pêwîste ku îradeyekî siyasî û hevtêgihêştinek di nav aliyên yemenî hebe got: Xala sereke li gotûbêjên li ser çareserkirina kirîza vî welatî parastina yekparçetiya axa Yemenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu