IraqNûçeRojhilatanavin

Xebata televîzyona Aljazeera (El-Cezîrê) li Iraqê qedexe bû

Xebata televîzyona El-Cezîra Qeterê ji aliyê dewleta Iraqê qedexe bû.

Li gor rapora ajansa Reutersê, dewleta Iraqê çarşemê bilî ragihandina xebera qedexebûna xebatên kedkarên televîzyona El-Cezîra Qeterê ragihand ku hemû nivîsgehên vê televîzyonê li Bexdayê dê bêne girêdan.

Hatiye ragihandin ku televîzyona El-Cezîrê ew qayde û qirarên dewleta Iraqê yên dijî terorîzmê ku sala 2014 hatine danîn binpê kirine.

Dewleta Iraqê sala 2013 jî xebata televîzyona El-Cezîrê û 9 televîzyonên din ên satlaytî bi tawana rewacdayînabîr û bawerên etnîkxwazî û eşîretxwaziyê û propagendeyên ser xêra reftar û kiryarên fanatîk qedexe kiribû.

Qeter ku hertim dijî dewleta Sûriyê dixebite û piştgiriya grûpên terorîstî yên nav Sûriyê û Iraqê dike, ji aliyê karbidestên iraqî tawanbare ku alîkarî dijmin û neyarên netew û dewleta Iraqê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu