IraqNûçeRojhilatanavin

Emar Hekîm: Talebanî li yekîtiya Iraqê û welatiyên iraqî bû

Serokê Partiya Hikmeta Neteweyî ya Iraqê êvara Îniyê destnîşan kir: “Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê kesayetiyekî nasyar û pilebilind ê neteweyî û li dû yekparçetiya axa Iraqê û yekîtiya gelê vî welatî bû”.

Serokê Partiya Hikmeta Neteweyî ya Iraqê hêvî kir ku alîgir û hezkiriyên Celal Talebanî erk û pêspartiya wî bikemilînin û li ser esasa stratijî û rêça wî ji bo avakirina Iraqeka yekgirtî tevbigerin.

Celal Talebanî nasyar bi Mam Celal sala 1933an li nêzikî bajarê Hewlêra Iraqê hat dinyayê.

Ew yekem serokomarê ne-ereb ê Iraqê bû ku sala 2005an du salan piştî sernixûnbûna rêjîma Beisê bo vê postê hat bijartin.

Ev rêberê têkoşer li dijî dîktatoriya Sedam ku piştî damezirandina pergala siyasî ya nû ya Iraqê roleka girîng li yekîtiya vî welatî lîst, piştî çend salan nexweşiyê roja Sêşemiya vê hefteyê di temenê 84 saletiyê li Almanê çû ber dilovaniya Xwedê.

Rêûrisma oxirkirina meytê Celal Talebanî roja Îniyê li Silêmaniyê hat lidarxistin.

Wezîrê karên derve yê Îranê wek nûnerê Komara Îslamî ya Îranê beşdarî rêûrisma oxirkirina meytê serokoamrê berê yê Iraqê bû.

Zerîf li kêleka rêûrisma oxirkirina meytê Celal Talebanî bi gotina vê yekê ku Îranê dostê hertimî yê gelê Iraqê ji wan kurdên vî welatî ye û şsşitiyên stratijîk ên hin kesan nadane ser hisabê gelê kurd ê Iraqê, hêvî kir ku hemî kes li Herêma Kurdistana Iraqê vegerin ser rêya Mam Celal ku sembola yekîtî û yekparçetiya  axa Iraqê bû.

Giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana iraqê, tevî dijayetiyên cîhanî û berteka webirr a dewleta Iraqê, 25`ê îlona 2017`an, li ser daxwaza kesayetî ya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, hate lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu