IraqNûçeRojhilatanavin

Xelkê gundekî Başûr: PKKê em ji xwe re kirine mertal

Xelkê gundekî Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna çekdarên PKKê li devera xwe û êrişên firokeyên Tirkiyê nîgeran in.

Xelkê gundê Gelale yê Başûrê Kurdistanê, ku li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê ye, di daxuyaniyekê de nîgeranî û acizbûna xwe ji hebûna çekdarên PKKê li devera xwe û metirsiya êrişên Tirkiyê li ser gundê xwe anîne ziman û daxwaz kirine, çareyek ji wê yekê re were dîtin.

Xelkê gundê Gelale dibêjin, beşek mezin ji kanî û çavkaniyên ava gundê wan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye qorixkirin û çekdarên PKKê gelekî “bê şermane” bi kesên bi temen yên gundî re reftar dikin.

Bi gotina xelkê gundî, çekdarên PKKê dora gundê wan girtine û ew kirine mertal ji xwe re!

Xelkê gundê Gelale, ku piraniya wan endam û alîgirên YNKê ne.

Başa dön tuşu