CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Elîeskerî: “Divê pêşkêşkara Press TV`yê demlidest azad bibe”

Serokê Radyo û Televîzyona Îranê bi şermezarkirina kiryara neqanûnî ya Amerîkayê ya girtina pêşkêşkara Kanala Press TV`yê, pêgîrî kir: Divê Merziye Haşimî demlidest were azadkirin.

Polîsê Amerîkayê, Merziye Haşimî, nûçegîhan, dakiyûmêntsaz û bêjera Kanala Press TV`yê ku bi eslê xwe amerîkî ye û ji bo seredana malbata xwe çûbû Amerîkayê, bêyî ti tawanekê girt.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ebdulelî Elîeskerî, serokê Radyo û Televîzyona Îranê, roja çarşemiyê li bara girtina nmeqanûnî ya Merziye Haşimiyê li Amerîkayê herwiha got: Merziye Haşimî ji bo dîtina malbata xwe çû Amerîkayê ku ji aliyê polîs ve hate girtin û hate azirandin.

Elîeskerî destnîşan kir: Pêşkêşkara Press TV`yê, ji ber hebûna baweriyên îslamî, azadîxwez û înqilabî û alîgîriya bereya heq û berxwedxanê li Amerîkayê hatiye girtin.

Serokê Radyo û Televîzyona Îranê herwiha bal ki]and ser serederiya newekhev a Amer’kay; li hember azadiya axivtinê û got: Serederî û reftara newekhev di zatê dewleta Amerîkayê da heye û dewleta vî welatî, kesên ku li gel wan in diecibîne û baweriyên kesên ku dijî wan in qebûl nake.

Elîeskerî pêgîrî kir: Encama hemî xwînrijandin û tevgerên terorîstî yên li navçeya rojavaya Asyayê, hema ev helwêsta newekhev  ya Amerîkiyan ne.

Başa dön tuşu