CîhanEwropaNûçe

Xelkê Japonê sefera Trump bo Tokyoyê protestokirin

Hevdemê sefera serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Tokyoyê paytexta Japonê xelkê vî welatî bi civîna li ser riya Trump nerizamendiya xwe derheq vê seferê diyar kirin.

Li gor IRNAyê, hevdemê sefera serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Tokyoyê roja şemê çend sed Japonî sefera 4 rojî ya Trump bo Japonê şermezar kirin û bi rakirina plakardan xwestin ku Amerîka bila leşkerên xwe ji Japonê derxin.

Li ser van plakardan nivîsînên wekî «Ne ji Trump re» û «Ne ji bo bargehên leşkerî yên Amerîkayê di nav Japonê de» diketin ber çavan.

Japon hevpeymanekî sereke yê Amerîka li rojhilatê Asyayê ye û 40 hezar leşkerên amerîkî di nav Japonê de ne.

Ji bilî dem û dezgehên leşkerî yên Amerîkayê li Japonê de Artêşa Amerîkayê li sala 2017 jî bi dehan helîkopter, balafirên sîxoriyê ji bo sekinîna li ber Koreya bakur li Japonê damezirandin.

Qewmîna bûyerên derheq balafirên şêr ên amerîkî li Okînawaya Japonê ku piraniya leşkerên amerîkî li wir in, bû sedema çêbûna fukarên zav ji xelkê vê deverêloma xelkê vê deverê dixwazin bargehên leşkerên amerîkî werin girêdanê.

Biryar e Trump bi serokwezîrê Japonê Şînzo Abê re ser kêşeyên navbera Amerîka û Çînê li warê ticaretê û kêşeyên du welatan li bara teknolojiyên pêşketî gotûbêjê bike.   

Başa dön tuşu