CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Xelkê New Yorkê bo Erdogan ” Bavê rohanî yê cîhadîstan û DAIŞ`ê”

Komek mezin ji xelkê li New Yorkê serdana serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan a ji New Yorkê re protesto kirin û Erdogan wek ” Bavê rohanî yê cîhadîstan û DAIŞ`ê” bi nav kir.

Xelkê li New Yorkê ya Amerîkayê bi dest danîna ser encama lêkolînên “Navenda Lêkolînên girêdayî desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re” bi riya pankartekê ku ser nivîsibûn “Erdogan bavê rohanî yê cihadiyan û DAIŞ`ê ye” nerazîbûnên xwe nîşanî serdana Erdogan a ji Amerîkayê dan. Pankart bi erebeyekê hatibû daliqandin û erebe di nav kolanên New Yorkê de geriya.

Tê payîn ku erebe dê di nav kolanên sereke de bigere û li ber avahiya NY`î cihê ku Erdogan di rojên bê de dê serdana wê bike raweste.

Di gelek raporên navdewletî û çapemeniyê de desteka Tirkiyê bo komên terorîst ên ku bi navê cîhadîst tên nasîn di serî DAIŞ`ê eşkere  bûye. Her wiha gelek terorîstên DAIŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk îtiraf kirine ku Tirkiyê di her aliyan de desteka wan dikir.

Başa dön tuşu