ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Sîsî û Kral Selman li Riyadê hevdîtinek pêk anîn

Abdulfettah Sîsî li Riyadê li Qesra Yemameyê bi Kral Selman Bin Abdulazîz re hevdîtinek pêk anî û di civînê de qadên hevkarî yên navbera herdu welatan, têkiliyên dostanî û pêşveçûnên dawî yên herêmê nirxandin.
Hat ragihandin ku di civîna Sîsî û Kral Selman de ji aliyê Siûdî Wezîrê Parastinê Muhammed Bin Selman, Wezîrê Derve Adil Cubeyr, Balyozê Erebîstana Siûdî yê Misrê Ahmed Bin Abdulazîz Katan û ji aliyê Misrê jî Wezîrê Derve Samih Şukrî, Serokê Saziya Îstîxbaratê Xalid Fevzî, Şêwirmendê Serokomarê ê berpirsê leşkerî General Abdulmunîn et-Turras jî di nav de gelek wezîr û berpirsên herdu welatan amade bûn.

Serokomarê Misrê Sîsî piştî ku di Hezîrana 2014an de dest bi wezîfê kir ev cara 8emîn e ku serdana Erebîstana Siûdî dike.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu