ÎranNûçeRojhilatanavin

Xerazî: Bila gotûbêja pêkhateyên şarostanîyeta Islamî dewsa hevalbendîya şêrr bigire

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê pêgirî li ser pêwîstîya raberkirina fikrekî nû ji bo bidestxistina aştî û istiqrarê li rojavaya Asyayê kir û got: Welatên navçê bila dewsa sazkirina hevalbendîyên şêrr, gotûbêja navbera pêkhateyên şaristanîyeta Islamî bixin destûrkarê da.

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê Seyîdkemal Xerazî îro li Konfiransa Aştî û Istiqrar li Rojavaya Asyayê, Yek Navçe, Yek Qederê li Têhranê herwiha got: Divê ala vejîyandina Şaristanîyeta Islamî were bilindkirinê û dewsa hevalbendîyên ku roja îro ji bo şêrr hatine birêxistinê, bizvirin ser şaristanîyeta pirrcoş a Islamî.

Wî herwiha got: Hikûmetên ku bi destê gel nehatine pêkanînê girêdayîyê hin zilhêzên derveyî navçê ne û Erebistan û Imarat mînaka wan hikûmetan in.

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê pêgirî kir ku her kes mukur tê ku Komara Islamî ya Îranê welatê herî aram li herêma aloz û bêistiqrar a rojavaya Asyayê ye û dîyar kir: Komara Islamî ya Îranê ku ji vîna gel pêk hatîye, amade ye bi hemî hikûmetan re ji bo aştî û ewlehîya herêmê hevkarîyê bike.

Başa dön tuşu