NûçeRojhilatanavin

Xerazî li hevdîtina ligel rayedarên libnanî alûgorên navçeyê hilkolandin

Serokê Konseya Rêvebiriya Peywendiyên Derveyî ya Komara Islamî ya Îranê ligel rayedarên derecebilind ên siyasî yên Libnanê peywendiyên duyalî û guhertinên navçeyê hilkolandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê, serokê Konseya Rêvebiriya Peywendiyên Derveyî ya Komara Islamî ya Îranê, Kemal Xerazî ku niha li Bêyrûtê ye, duh anku pêncşemiyê, 17`ê Adara 2016`an, tev serokê parlimanê, Nebîh Birrî, serokomarê berê, Êmîl Lehût û rêberê kirîstiyanên marûnî yên Libnanê, Kardînal Beşare Raêî hevdîtin pêk anî û bi wan ra li bara peywendiyên duyalî yên Libnan û Îranê û guhertinên navçeyê bi taybet Sûriyê gotûbêj kir.

Li van hevdîtinan ku bi amadebûna sefîrê Îranê li Libnanê, Mihemed Fethelî, pêk hatin, Xerazî li ser girîngiya berfirehkirina peywendiyan û hevkariya di navbera dfu welatên dost û bira anku Libnan û Îranê pêgirî kir û çareserkirina pirsgirêjkên libnaniyan ji aliyê wan bi xwe û bijartina serokomarê teze yê Libnanê di dema herî lezgîn a mimkin û bêyî destwerdana biyaniyan pêwsît da zanîn.

Serokê Konseya Rêvebiriya Peywendiyên Derveyî ya Komara Islamî ya Îranê li ser piştgiriya Îranê ji berxwedana Liobnanê û Filistînê li hemberî Rêjîma Siyonîstî û çareseriya sioyasiya qeyrana Sûriyê û şerê li dijî têrorîsma tekfîrî pêgirî kir.

Xerazî her viha li civînekê bi amadebûna endamên fraksiyona Hêzbullaha Libnanê li parlimana Libnanê beşdarî kir û ji aliyê serokê vê fraksiyonê, Mihemed Reid va bi germî hat pêşwazîkirin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu