EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Xerazî:Welatên rojavayê li warê rawestana li ber terorîzmê piştgirî dan alîgirên terorîstan

Kemal Xerazî, serokê konseya stratejîk a peywendiyên  derve ya Îranê roja duşemiyê nav koma  balyozên welatên  ewrûpî,parezemîna Emerîkayê û nunerên  hin rêxistinên  navneteweyî yên çalak li Îranê diyar kir: Divê welatên rojavayê baş bizanin ku  xizetên  Îranê  li warê rawestana li ber terorîzmê li navçê çi berjewendî jibo wan hebûye jiber ku   talûkeya terorîzmê, cîhanî ye.

Xerazî ku bi munasibeta rêzgirtina ji heyamê deheka pîroz a Fecrê diaxift her wiha got : Îran ji welatên herî serbixwe yê cîhanê ye û bi tenê kariye ku ewlehiya xwe dabîn bike jiber ku pişta xwe bi qaweta gel va girêdaye.

Wî bal kişand ser alîkariya misteşarî ya Îranê bo Iraq û Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê û destnîşan kir: Şerê Îranê li hember terorîzmê li Iraq û Sûriyê ne tenê ser qazanca xwe û navçê bû belkî ser qazanca  ewrûpiyan û welatên cîhanê bûye.

Serokê konseya  stratejîk a peywendiyên  derve yên Îranê bal kişand ser piştgiriya  hin welatan ji terorîstan li Sûriyê û got : Grûpa terorîstî ya DAIŞê  ji hemî navçên cîhanê endaman werdigre ku pêwîst e welatên cîhanê vê meselê fehm bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu