NûçeÎranRojhilatanavin

Agahiyên Operasyona Dijî Rêxistina Terorê ya Ceyşul Zulmê

Piştî operasyona berfireh a hêzên polîs ên Îranê li dijî terorîzmê, berpirsên êrîşa terorîstî ya ser navenda polîsê Raskê hatin girtin.

Piştî operasiyoneke berfereh ya dijî terorîsmê ji aliyê hêzên polîs ên Îranê ve, 4 berpirsên serekî yên êrîşa terorîstî ya ser navenda polîsê Raskê û ku şeva bûyerê amade bûn, hatin girtin.

Li gorî vê raporê, di vê operasyona ji nişka ve, ev 4 terorîst bi saxî hatin girtin û ji cihê ku têrorîst lê bi cih bûne, gelek amûr jî hatin desteserkirin.

Piştî çavdêrî û xebatên îstixbaratî yên hêzên ewlehiyê yên li herêma Qudsê li başûrê rojhilatê Îranê, tîmeke çekdar a endamên rêxistina terorîst a Ceyşul Zulm (Ceyşul Adl) ku xwe amade dikirin li nêzîkî gundê Kastakê yê ser bi Îranê ve êrîş bikin. Herêma Raskê, di dema çalakiya keşfê de rastî mudaxeleya parêzvanên sînor hat. Di encamê de yek ji wan terorîstan hat kuştin û çekdarên din jî dema dixwestin birevin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin dorpêçkirin.

Di vê operasyonê de gelek çek, cebilxane, teqemenî û madeyên bombebarkirî yên rêxistina navborî hatin desteserkirin û li herêmê êrîşeke mezin a terorê ya ku amade kiribûn hat astengkirin.

Di dosyaya sûc a berfireh a rêxistina terorê Ceyş el-Adl de êrîşa terorîstî ya ku di sala 2010an de pêk anîbû û ewlehiya herêmê xistibû xeterê, gelê Belûç kiribû hedef û bû sedema şehadeta general Şusterî.

Her wiha kiryarên terorîstî yên weke êrîşa xwekujî li ser nimêjkeran li Mizgefta Mezin û Mizgefta Îmam Elî (a.s) li Zahedanê, êrîşa li ser otobusa Pasdarên Şoreşê ya li ser rêya Haş û êrîşa Çabeharê ku bû sedema şehîdbûna gelek sunne. û xelkê şîe yên parêzgehê, tawanên şermê yên vê girûpê ne.

Başa dön tuşu