AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Xeta xazê ya di navbera Iraq û Îranê tê vekirin

Hat ragihandin ku xeta xazê ya di navbera Iraq û Îranê de hatiye raxistin wê roja sêşemê bê vekirin lê wê firotina wê niha neyê kirin.

Berdevkê şîrketa Îranê ya xazê  Mecîd Bucarzade diyar kir ku wê xeta xaza sirûştî ya di navbera Iraq û Îranê de roja sêşemê vebe lê firotina gazê wê niha neyê kirin.

Bucarzade di derbarê firotina xaza xwezayî ya Îranê de got: “Divê rewşê de aliyê Iraqê ji bo kirîna xaza xwezayî ya ji Îranê ne amede ye.”

Hefteya derbasbûyî Alikarê Karûbarên Ticareta Navnetewî yê Wezareta Petrolê Îranê Emîr Huseyin Zamani Niya di derbarê firotina xaza xwezayî ji bo Iraqê de dabû diyarkirin ku welatê wan jibo firotina xaza xwezayî hemû amedekariyên xwe temam kiriye, lê belê aliyê Iraqê ji ber pirsgirêkên finansal çareser nekiriye nikare xaza xwezayî bikire.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu