NûçeRojhilatanavinSûriye

Xetera derketina dubare ya DAIŞê zêde bûye; Zêdebûna çalakîyên şaneyên razayî yên DAIŞ`ê li Sûrîyê

Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi ragihandina ihtimala derketina dubare ya DAIŞ`ê li navçeyên bakûr û rojhilata Sûriyê li gor zêdebûna operasyonên vê komê, ragihand ku 18 kes di meha Çilleyê da ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin kuştin.

Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 18 kes li navçeyên di bin kontrola HSD`ê di Çilleya îsal da ji aliyê DAIŞ`ê ve û di encama êrişên leşkerî û xwekujî yên vê komê da hatine kuştin û  herwiha tevî operasyona ewlehiyê ya hêzên hevalbendiyê û HSD`ê li hemî navçeyên di bin kontrola HSD`ê da, DAIŞ hîna jî operasyonên leşkerî û nişkêveyî didomîne û hêzên mayî yên DAIŞ`ê dîsan jî dikarin derfetên ji ber valatiya ewlehiyê ji bo êrişên li navçeyên bakûr û rojhilata Sûriyê bi kar bînin ku bi aşkerayî ji navneçûna tam a  DAIŞ`ê li van navçeyan nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê hertim li bara ji- nûve- çalakbûnba DAIŞ`ê hişyarî dane û pêgîrî kirine ku ragihandina jinavbirina DAIŞ`ê ji aliyê hêzên Hevalbendiyê û HSD di sala 2019`an da rûvekî bûye û alûgorên meydanî yên vê dawiyê nîşan dan ku DAIŞ bi tamî ji nav neçûye.

Başa dön tuşu