ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê: Ehmeqtiya herî biçûk a ji aliyê Amerîka û Rejîma Îsraîlê ve wê ewan poşman bike

Xetîbê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku Amerîka dilgiranê Rejîma Îsraîlê ye û got: Ehmeqtiya herî biçûk a ji aliyê Amerîka û Rejîma Îsraîlê ve wê ewan poşman bike û bi hezaran mûşekên hêzên Berxwedanê amade ne ku Têlavîzê bi axê re bikine yek.

Ayetullah Mihemed Elî Mowehidî Kêrmanî, li xutbeyên nimêja îniyê ya vê hefteiyê li Têhranê, bal kişand ser gotinên rêberê gedirgiran ê Înqilaba Îslamî yên li ser viya ku wê şerr nebe ji ber ku amerîkî dizanin ku ev şerra sedî sed ê li ser ziyana wan be û got: Hêza pêşîlêgirtin û şiyana leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê, sedemeka girîng e ku pêşiya Amerîkayê digire ku bi Îranê re şerr bike.

Mowehidî Kêrmanî, bal kişand ser vê yekê ku Amerîka li dû berjewendiyên xwe li navçeya rojavaya Asyayê ye û herwiha got: Dewleta Amerîkayê li Lihevklirina Navokî îsbat kir ku meriv nikare baweriya xwe li vî welatî bîne û bi wê re muzakirê bike.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, destnîşan kir: Amerîka û welatên rojavayî li gel komên terorîst ên dijî Înqilabê hêvîdar in derbê li nizama îslamî bidin lê ew dê bi ser nekevin û xelkê Îranê desta ji Înqilaba Îslamî nakişînin.

Başa dön tuşu