ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê: Îranê hêzeka geş,pêşeng û lezgîn heye

Xetîbê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê xitabî serokên Amerîka, Erebistan û Rejîma Siyonîst got: Hêza Îranê, hêzeke geş,pêşeng û lezgîn e û ev pêvajoya qet wê nesekine.

Hucet ul îslam Welmuslimîn Seyd Mihemd Hesen Ebûtorabî, li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku qaweta siyasî, berevanî, ewlehî û zanistî ya Îranê bêmînak e, got: Ev hêz û qaweta ligel pêkanîna bereya Berxwedanê û herwiha serketina di warên sekinîna li hember nizama serdestîxwez de, destkevta sebr û hedara gelê Îranê û şervanên di dema Berevaniya Pîroz û hevraz û nişîvîyan de ye.

Hucet ul îslam Welmuslimîn Seyd Mihemd Hesen Ebûtorabî, bal kişand ser pîlanên dijminan ji bo anîna zexta aborî ser Îranê û got: Birêvebirên aborî yên Îranê, dê bi hin tivdîran, Komara Îslamî ya Îranê bikin hêzeka geş a aborî li Asyayê û aktorek li danûstandinên aborî yên cîhanê û dijmin dê li vê komploya xwe jî bi ser nekevin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, pêgîrî kir: Komara Îslamî ya Îranê wê rêya xwe ya anegorî fêrkarîyên îlahî berdewam bike û her rojê wê li beryên nû bi ser keve.

Başa dön tuşu