NûçeRojhilatanavinYemen

Xetîbzade: Bila welatên şerxwaz dorpêçkirina Yemenê bi dawî bînin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Bila welatên şerxwaz şaşitiya xwe ya stratejîk a destdirêjiya ser Yemenê fam bikin û bi mukurhationa şaştiya xwe ya şeşsalî, şer û dorpêçkirina Yemenê bi dawî bînin û rêya aştiyane bigirin ber xwe.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Şemiyê wek bersiva pirsekê derbarê gotinên vê dawiyê yên berpirsên amerîkî derbarê Yemenê, got: Rawestandina piştgiriyê ûş nefirotina çekan bo Hevpeymaniya Siûdî heke şanoyeke sioyasî nebe, dikare pêngavek jibo sererastkirina şaşitiyên berê be.

Xetîbzade got: Ev mijar bi tenê pirsgirêka Yemenê çareser nake û di dewamê da divê dorpêçkirina asimanî, deryayî û bejahî ku ji ber wê bi hezaran kes ji xelkê wî welatî ji ber belengaziya xwarek û dermên canê xwe ji dest dan were rakirin û êrîşên leşkerî yên welatên destdirêjker bi serokatiya Erebistanan Siûdî ser Yemenê jî bên qutkirin.

Başa dön tuşu