ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Şiyana mûşekî ya Îranê tê xurtkirin

Alîkarê Wezîrê Berevanîya Komara Îslamî ya Îranê got: Xurtkirina şiyana mûşekî ya Balistîk û Kroz li cûreyên wê, bidestxistina firokeyên nifşa nû û gemiyên rûavî û binavî yên giran û dûrgihêj bi şiyanên çekdarî yên cûrbicûr, ji planên nû yên vê wezaretxaneyê ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Alîkarê Wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Mihemed Ehedî roja Şemiyê li nav koma berpirsên leşkerî yên derveyî yên li Îranê, bi gotina vê yekê ku boykot nikarin pêvajoya ber bi pêş  a pêşeya berevaniyê rawestînni, got: Îran ji bo serêxwegirtin û pêşketin û xurtkirna kualîteyê û birojkirina pêşeya berevaniyê, xwedan jêresaziyên lazim e.

Serîtp Ehedî tevî sipasiya ji şandiyên leşkerî yên welatên derveyî li warê pêşdabirina pêwendiyên dualî, got: Nêrîna Îranê li dîplomasiya berevaniyê ser esasa têkillî û danûstadinê bi giştan ra ji billî Rêjîma dagirker a siyonîst, ji bo bidestxistin û alîkariya bo aştî û ewlehiya navçeyî û cîhanî û pêşîlêgirtimna ji qeyranan e.

Alîkarê Wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi rola bibandor a Îranê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê, got: Heke Îran û hevpeymanên wî li Sûriye û Iraqê, pêşiya koma têrorîst a DAIŞê nedigirtin, roaj îro erdnigariya navçeyê dê bihata guhertin û cîhanê dê tûşî kêşeyeka bitir bihata.

Sertîp Ehedî bi gotiona vê yekê ku qeyrana Yemenê, karesata herî mezin a mirovî di vê sedsalê da ye, got: “Biçekirina artêşa destdirêjker a siûdî ji aliyê çend welatên diyar ên rojavayî û bêdengiya civata navmneteweyî li hemberî êrîşa ser Yemenê, cihê şermê ye“.

Di dawiya vê rêûrismê da, şandiyên leşkerî yên welatên biyanî yên niştecihê Têhranê seredana nîşangeha destkeftên pêşeya berevaniyê kirin û derbarê dawîn guhertinên têknolojiya wezareta berevaniyê ya Îranê agahî wergirtin.

Başa dön tuşu