IraqNûçeRojhilatanavin

NY piştgir da daxûyaniya ayetulah Sîstanî ji bo parastina xelkê Felûceyê

Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê piştgirî da daxûyaniya ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê derheq parastina kesên sivîl û mal û milkên wan li opersyona azadkirina Felûceyê li rojava Iraqê.

Li gorî rapora navenda lêzanînên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî-Têhranê, Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê piştgirî da daxûyaniya ayetullah Sîstanî ji bo parastina kesên sivîl û mal û milkên wan li pêvajoya opersyoana azadkirina Felûceyê û got: Divê canê kesên sivîl were parastin û alîkariyên pizîşkiyê bigihêje wan û her wiha bikaribin terka navçeyên şer û pevçûnê bidin.

Operasyona azadkirina Felûcê li parzêgeha Enbarê li rojava Iraqê ji desetê terorîstên DAIŞ`ê ji 23 Gulana 2016`an ve ser fremana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên vî welatî destpê bû û ev opersyona di qonaxa xwe ya dawiyê de ye. Ji ber girngiya bajarê Felûceyê, terorîstên DAIŞ`ê hêza însanî û xelkê Felûceyê ji xwe re kirine mertala berevaniyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu