ÎranNûçeRojhilatanavin

Xoşrû: Desttêwerdanên biyaniyan hegera sereke ya zêdebûna kirîzên Rojhilata Navînê ye

Xulamelî Xoşrû hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li civîna duh çarşemê ya Civata Giştî ya Konseya Ewlehiya vê saziyê li bara meselên Rojhilata Navînê û bi taybet Filistînê got; Kirîzên wekî kirîza Lîbî, Sûriye, û Yemenê desthata rasterast a siyasetên dagîrkerî yên welatên biyanî li Rojhilata Navînê ne.

Xulamelî Xoşrû herwisa ragihand ku Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî hema ji dûr va li kuştina xelkê bê guneh li Rojhilata Navîn dinêre û tu kiryarekê bona girtina pîşiya kuştina xelkê berçav nagire.

Wî ragihand ku rewşa xelkê Filistînê wisa ye ku hewcetî heye welatên cîhanê bixebitin ta ku karesata mirovî ji viya pirtir bo xelkê bê guneh ê Filistînê neqewime.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir ku Rejîma Siyonîst hema bi eşkerayî heq û mafê gelê Filistînê binpê dike û malên wan kavil dike û ji ber cinayetên Rejîma Siyonîst derheq gelê Filistînê, gelek ji filistîniyan ji malên xwe derketine û aware bûne û ev rejîma hîn jî dewamê dide girtina zarok û xelkê sivîl ê filistînî û reftarên fanatîk ên Rejîma Siyonîstî derheq filistîniyan hîn jî didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu