ÎranNûçeRojhilatanavin

Xoşrû îdiaya Erebistanê ya li ser şandina çekan ji Îranê bo Yemenê derewand

Xoşrû, roja çarşemê li nameyekê îdiayên rejîma Alê Siûd ên ku li ser bingeha vê yekê ku hêzên gelanî yên Ensarullahê, mûşeka Zelzal a 3`an, bi kar anîne, Îranê tawanbar kiriye ku ji bo van hêzane çek şandine, derewand.

Xoşrû di vê nameyê de gotiye ku şandina nameyê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ji aliyê nûnerên dewleta ku bixwe sebebkara destdirêjiya ser Yemenê bûye û di mideha  sal û nîva buhurî de çekên curbicur ên mirinbar dijî xelkê sivîl û binavahiyên sivîl ên Yemenê bi kar aniye, pirr ecêb e. Wî herwiha got: Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û saziyên din ên bi hitbar, heya niha bi caran cinayetên hevalbendiya bi serokatiya Rejîma Siyûdî ya dijî xelkê Yemenê û bi taybet li dijî zarok û jinan, piştrast kirine.

Nûnerê hertimî yê Îranê li NY li dawiyê ragihand ku Komara Îslamiya Îranê, careka din pêgîrî dike ku qeyrana Yemenê, rêçareya xwe ya leşkerî tuneye û ji hemi aliyên vê pevçûnê dixweze ku berê xwe bidin gotûbêjên siyasî û bi karanîna rêbazên aştiyane. (Bangê Îslâmi)

Başa dön tuşu