ÎranNûçeRojhilatanavin

Xoşrû: Konseya Ewlehîyê divê sîyaseta li hemberî Rêjîma Sîyonîst biguherîne

Nunerê dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY, Rêjîma Sîyonîst sedema bêistiqrarîya navçê zanî û ji Konseya Ewlehîyê xwest ku sîyaseta bêdengîya li hemberî vê rêjîmê bi dawî bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Xulamelî Xoşrû şeva buhurî li civîna Konseya Ewlehîyê ya NY ku bi mijara Rewşa Rojhikata Navînê û Mesela Filistînê ser bingeha cinayetên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst li warê kuştina xwenîşanderên filistînî yên li Zîvala Gazeyê hat lidarxistinê, got: Heke Konseya Ewlehîyê di mijara pêkanîna aştî û ewlehîyê li Rojhilata Navînê de cidî ye, divê sîyaseta bêdengîya li hemberî vê rêjîmê kuta bike.

Xoşrû dagirkirina Filistînê bi destê Rêjîma Sîyonîst sedema sereke ya hemî gêre û hevkêşîyên li Rojhilata Navînê zanî.

Nunerê dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY herwiha bal kişand ser dewama dagirkerîya warê Filistînê û hin pişkên axa Sûrîyê li Colanê bi destê Rêjîma Sîyonîst û got ku ev kiryarên destdirêjkirane û binpêkirê qanûnên navnetewî bi merema piştgirîya ji komên têrorîst tên kirinê.

Xoşrû, Rêjîma Sîyonîst wek rêjîmeke serhildêr û beredayî wesif kir û got: Cinayetên vê dawîyê yên vê rêjîmê li Zîvala Gazeyê ku di encamê de hejmareke zêde ya xwenîşanderên filistînî şehîd û birîndar bûn, karekî li gorî plana ji pêşve kivşkirî ye.

Wî biryara neqanûnî ya Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst û veguhesitna balyozxana wî welatî bo vî şarî binpêkirina aşkira ya qanûnên navnetewî û biryarnamên Civata Giştî û Konseya Ewlehîyê ya NY zanî û pêgirî kir ku ev kiryara bê şik dê qeyrana navçê gurr û girantir bike.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY herwiha tevî ragihandina hevgirtina Komara Islamî ya Îranê digel gelê Fiilstînê, pêgirî li ser piştgirîya ji mafên qanûnî yên gelê Filistînê ji wan mafê kivşkirina çarenûsê û azadîya li welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextîya Qudsê kir.

Başa dön tuşu