ÎranNûçeRojhilatanavin

Xoşrû: Nabe ku rawestana li ber terorîzmê bi ol û neteweyeke taybet va girê bidin

Balyoz û nunerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got ku nabe terorîzmê bi ol, netewe, medeniyet an grûpên etnîkî yên taybet va girê bidin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Ji Niyoyorkê, Xulamelî Xoşrû Balyoz û nunerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja pênşemê li civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara behsa gefên terorîzmê li dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî, helwêstên Tevgera Qeydnenasan ku Îran serokatiya wê dike li bara terorîzm û riyên rawestana li ber wê got: Gefa terorîzmê li dinyaya îro berûlayên bêmînak peyda kirine û bona rawestana li ber vê gefê divê viyana siyasî ya civaka navneteweyî zêdetir weer xurtkirin.
Nunerê herdemî yê Îranê li NY got : Terorîzm binpêkirina eşkere ya mafên navneteweyî, mafên mirovan û geşatiya aborî û civakî ye loma nabe mesela terorîzmê bi tu ol, netewe , medeniyet an grûp û etnîkekê ve girêdin an bi van hizrikan mesela terorîzmê yan rawestana li ber wê pîne bikin .

Xoşrû got : Tevgera Qeydnenasan cardin ser pêwstiya hebûna konvansiyona tam û tekûz a navneteweyî bona rawestana li ber terorîzmê tekez dike . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu