CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xulamelî Xoşrû: Gefkirina li hemberî welatan bûye emraza sîyaseta derve ya Amerîkayê

Nunerê dayimî yê Îranê li NY gefkirina li hemberî welatan emraza sîyaseta derve ya Amerîkayê da zanînê û got: Encama vê demajoyê lawazbûna NY û menşûra wê ye.

Xulamelî Xoşrû şeva buhurî di komîteya şeşem a Civata Giştî ya NY de ku ser mijara Menşûra NY hat ldiarxistinê, herwiha got: Qedexekirina bikaranîna gef û zorê ji destkevtên herî girîng ên NY ye ku hin welat zorbêjî û gefê dikin ku eva jî binpêkirina menşûra NY ye û rewabûna NY jî dixe ber xeterê.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY bal kişand ser vê yekê ku hin welat gefê li welatên din dikin ku heke ew deng bidin biryarnamên taybet dê alîkarîya darayîyê ji bo wan bê rawestandinê yan li Civata Giştî ya NY gef li wan tê xwarinê û got: Tomarkirina navê wan welatana ji hêla Amerîkayê ve di vê çarçovê de ye.

Xoşrû ji ber boykotên yekalî rexne kir û ragihand ku kiryarên bi vî rengî ji hêla exlaqê va çewt in û nayên pînekirinê û herwiha dibin astengîyek ser rêya qaydeyên hiqûqa navnetewî û mafê pêşketinê yê welatan û qirarên mafên mirovan binpê dikin.

Wî herwiha Rêketinama Atomî ya digel Îranê mînaka serketî ya muzakirê zanî û pêgirî kir: Rola nerênî û xirabkir a Amerîkayê nemaze hewildana dewleta nû ya vî welatî ji bo ibtalkirina vê rêektinamê û sepandina daxwazan ji hêla Amerîkayê ve, wekî cezakirina komkî û binpêkirina mafên mirovan zanî.

Başa dön tuşu