Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûriyê bi hilêxistina helwêsta dijî Îranê careka din girêdayîbûna welatê xwe li hemberî dewleta niha ya Azmerîkayê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûriyê, Adil Cubeyr roja Çarşemiyê ji sepandina dubare ya boykotên Amerîkayê dijî Komara îslamî ya Îranê piştgirî kir û hevdem ji bo kêfxweşiya piştgir û damezirînerên têrorîsmê îdia kir ku Îran piştgirê têrorîsmê ye û li karên navxweyî yên welatên navçeyê destê xwe werdide.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûriyê ku welatê wî ji ber piştgiriya ji têrorîsmê û binpêkirina berfireh a mafênmirovan tûşî tenêmayîna li cîhanê bûye, îdia kir ku liv ûtevgerên Îranê nayên pejirandin û ji ber vê yekê ketiye ber boykotên civata navneteweyî.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûriyê li halekî îdia dike Îran ketiye ber boykotên navneteweyî ku tenê dewleta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi awayê yekalî û ji ber ku Îran weke Erebistana Siûdiyê girêdayî bi wî welatî bnine xistiye bin boykotan.
Pêşwaziya cîhanî ji Komara Îslamî ya Îranê li mjara piştgiriya ji Lihevkirina Atomî li pey derketina Amerîkayê ji vê lihevkirina navneteweyî bi dilê siûdî, Rêjîma Siyonîst û Amerîkaya Trump nine û ev yek bûye sebeb ku Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûriyê ji vegeriyana boykotên Îranê kêfxweş bibe.
Dewleta Amerîkayê bi bi mehan gefxwarinê, ji sibeya roja Sêşemiya vê hefteyê va boykotên atomî yên rawestandî dijî Komara Îslamî ya îranê vegerandin.
Donald Trumpê sserokoamrê Amerîkayê duh anku Duşemiyê bi wajokirina fermanekê, destûr da ku hin beşên boykotêmn dijî Îranê dest pê bibin.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.
Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.
Bi awayekî ku Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Rêketinameya Atomî ya digel Îranê destnîşan kirine ku pişta vê lihevikirinameya navneteweyî digirin.