ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Xurtkirina komên terorîst û tekfîrî berjewendiya nerewa ya Rejîma Siyonîst e

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi şermezarkirina destdirêjiya aşkera ya balafirên cengî yên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê, destnîşan kir: Ev karê Rejîma Siyonîst, nîşan dide ku helwêst û berjewendiyên nerewa yên rejîma dagîrker a Îsraîlê, xurtkirina terorîstên tekfîrî û siyonîst ne.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja şemiyê got: Destdirêjiya siyonîstan ser axa Sûriyê, li halekê ye ku artêş û bereya dijî terorîstî ya li Sûriyê li hember terorîstên xwînrêj bi ser ketine û wan bi dûhev ji bajar û gundan paşda dikişînin.

Berdevkê wezareta karên derve, ji bilî hişyariya li hember dûhatên dubarebûna karên bi handan ên bi vî awayî, ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) xwest ji bilî şermezarkirina vê destdirêjiya aşkera ya ser axa Sûriyê, hewl bide ku pêşiya dubarebûna kiryarên wiha yên binpêkerê aştî û ewlehiyê ji aliyê rejîma destdirêjker û dagîrker a siyonîst were girtin.

Balafirên cengî yên Rejîma Siyonîst, sibeha roja îniyê êriş birin ser navendekî leşkerî yê dewleta Sûriyê li navçeya El Berîc a li ser riya Tidmurê li dorhêla rojhilatî ya Humsê.

Wezareta karên derve ya Sûriyê jî roja îniyê, bona nîşandayîna nerizamendiya xwe li hember karê Rejîma Îsraîlê bona binpêkirina aşkera ya mafên navneteweyî, biryarnameyên rêxistina Neteweyên Yekgirtî û binpêkirina serweriya axa Sûriyê, du name jibo sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û serokê konseya ewlehiya vê saziyê şand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu