İslami Davet Kurdi Bange İslami

Xuşrû: Bila kuştina zarokên filistînî û yemenî bê rawestandin

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li civîna êvara Duşemê ya Konseya Ewlehiyê ya li ser “ Rewşa zarokan li şerên çekdarî“ daxwaza rawestandina kuştina zarokên filistînî û yemenî kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Qulamelî Xuşrû got: Li halê ku Rejîma Îsrayîlê hema hîn jî dewamê dide kuştina zarokan, mixabin li rapora sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî navê vê rejîmê di nav lîsteya binpêkerên sereke yên heq û mafê zarokan li şerên çekdarî da nehatiye.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) bal kişande ser cinayetên vê dûmahîkê yên Rejîma Siyonîstî dijî zarokên filistînî yên ku pişkdariya meşa aşitîxwazane ya “Heqê zivirînê“ ya Zîvala Gazayê kiribûn û destnîşan kir: Rejîma Îsrayîlê li lîsteya sereke ya zarokkujên cîhanê ye û pêwîst e sala tê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî navê Rejîma Siyonîstî li destpêka lîsteya aliyên zarokkuj dayîne.

Qulamelî Xuşrû her wisa bal kişande ser kuştina zarokên yemenî bi destê Rejîma Seûdî û Mîrnişînên Erebî (Imarat) û got: Rewşa xirab a zarokên yemenî tenê bi rewşa zarokên filistînî va tê qiyaskirin.

Qulamelî Xuşrû ragihand ku Pêwîst e Rêxistina Netewên Yekgirtî pêsparteya xwe ya girtina pêşiya kuştina zarokan li Filistîn, Yemen û ciyên din ên cîhanê cih bîne.

Exit mobile version