Pêşnimêjê nivêja îniya Têhranê got: Komara Islamiya Îranê tu wexta şertên Amerîkayê yên “an teslîmbûn an gefê“ qebûl nake.
Ayetulah Ehmed Cenetî li xutbên nimêja îniya Têhranê pêkutî kir ku zilhêzên rojavayî bila bizanibin ku gelê Îranê tu wexta şertên wan ku “ heke teslîm nebin dê gefên dijî Komara Islamiya Îranê bidomînin“ qebûl nakin.
Pêşnimêjê nivêja îniya Têhranê bi pêkutiya ser viya ku gelê inqilabî yê Îranê di her rewşekê da li hemberî zêdexwaziyên zorbêjan yê bisekine, got: Nizama Komara Islamiya Îranê ser bingeha desthilatdariya gel hatiye damezirandin û hilbijartinên meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêbertiyê ku di meha Sibatê da hatin lidarxistinê ev babeta girîng îsbat kirin.
Xetîbê nimêja îniya Têhranê “ pêşxistina aboriyê û “ zêdekirina hêza leşkerî ya Komara Islamiya Îranê tenha riya sekinîna li hemberî gef û boykotên Amerîkayê zanî û got: Ji bo serêxwegirtina durişma “ aboriya berxwedanê û pêngavrakirinê“ ku ji aliyê rêberê giranqedir ê Inqilabê va wek durişma sala nû hatiye kifşkirinê, divê planên deqîq bên darêştin.
Ayetulah Cenetî her wiha got: Jibo bidestxistina aboriya pêşketî, divê hemî imkan, çavkaniyên enerjî û hêzên insanî ku li Îranê hejmara wan zaf e, baş bên bikaranînê.
Pêşnivêjê nimêja îniya Têhranê bal kişande ser komploya hin wleatan jibo ragiritna bihaya niftê li asta kêm û pêkutî kir ku tenha armanca wan derbelêdana li Komara Islamiya Îranê û girtina pêşiya pêşketina gelê Îranê ye lê bila ew bizanibin kesên ku mideha 37 salên buhurî da berevanê berjewendiyên netewî yên Îranê bûne hela jî yê bi hemî karayî û hêza xwe rê nedin ziyanek bigihêje Îranê.
Ayetulah Cenetî her wiha ji ber dewama nearamiyan li hin welatên navçê dilgiraniya xwe nîşan da û hêvî kir ku hemî komployên dijminan ên dijî gelên misilman bên pûçkirinê û kuştina gel li welatên navçê yên tûşî şêrr bûne, kuta bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)