ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbên nimêja îniyê ya Tehranê

Pêşnimêjê îniyê yê Tehranê tekez kir: Alê Siûd hêjatiya rêveberiya du heremên şerîf (Heremeynê Şerîfîeyn) li Meke û Medînê tine.

Pêşnimêjê îniyê yê Tehranê, ayetullah seyid Ehmed Xatemî, Rejîma Alê Siûdî ku di ber pêvajoya şandina heciyên îranî bo heca îsal de berbendan çê dike, rexne kir û got :Divê ku Heremeynê şerîfîn ji aliyê taximeke dewletên Îslamî were îdarekirin.

Ayetullah Xatemî bal kişand ser vê yekê ku hakimên Alê Siûd li bara mafê gelê Îranê bo şandina bo hecê, ketine rikê û got :Rêveberên Heremeynê Şerîfîn nabe ku li çarçêva armancên îstikbar û siyonîstan reftarê bikin.

Pêşnimêjê îniyê yê Tehranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê daxwaza hecekê dike ku îhanet li heciyan neyê kirin û ewlehiya wan were misogerkirin û destnîşan kir: Heciyên îranî heca bizîllet û biserşorî û bêewleh qebûl nakin.

Ayetullah Xatemî her wiha bal kişand ser komployên Emerîkayê bona mudaxila li Îranê ji riya şantajên li bara peywendiya bi Emerîkayê, mudaxila li navendên biryardanê, ducemserîkirina civakê û kavilkirina amêrên qawetê li nizama Îslamî û got:Tenê riya rawestana li ber van komployan, berxwedan û rawestana li ber îstikbarê ye.

Pêşnimêjê îniyê yê Tehranê tekez kir: li saya Inqilaba Îslamî ay Îranê çawa ku sosyal-Lîberalîzm arojhilat hat hilweşandin di pêşerojeke nêz de jî lîberal demokrasiya rojava dê şikestê bixwe.

Pêşnimêjê înê yê berwext ê Tehranê li bara şerê nerim a dijmina li dijî Îanê hişyarî da û destnîşan kir:Ya ku dijminan bitaybet îstikbara cîhanî li 8 salan şerê sepandî, bokot û propagendeyê bidest nexistin dixwezin li şerê nerim bidest bînin .

Ayetullah Xatemî bal kişand ser lidarxistina dewra pêncan ameclîsa şarezayên rêberiyê û gt : Medyayê îstikbarê ji bo ku derbeyê li meclîsa şarezayên rêberiyê xînin her çiya hebin anîn meydanî lêmeclîsa şarezayên rêberiyê bi bijartina durust û hêja ya Ayetullah Ehmed Cenetî wek serokê vê meclîsê, misteke qahîm li Emerîka û Iglîzê xist.

Pêşnimêjê îniyê yê Tehranê her wiha bal kişand ser 14 Xurdadê, salroja wefata Îmam Xumeynî (Rehmetullah eleyh), xîmdarê Komara Îslamî ya Îarnê û ser lidarxistina rê û resmeke bi şan û hêja bi vê munasibetê pêgirî kir û got ku Îmam Xumeynî (rehmetullah eleyh) ramanwerekî rastîn û feylesûf bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu