CîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Xutbên nimêja înîyê ya Têhranê

Xetîbên nimêja înîyê ya Têhranê, pejirandina dirêjkirina dema boykotên li dijî Îranê li meclisa parlimanteran û Sênaya Amerîkayê, binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê zanî.

Ayetulah Mihemedelî Miwehidî-Kêrmanî li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê got ku pejirandina pêşnîyarqanûna boykotên 10 salî yên li dijî Îranê (Damato) li meclisa parlimanteran û Sênaya Amerîkayê, bêguman binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye û bêşik yê Têhran li hemberî wê bertekeke cidî nîşan bide.

Ayetulah Mihemedelî Miwehidî-Kêrmanî pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê bi gotina vîya ku ji Amerîkayê bilî dijminatîyê tiştekî din nayê çaverêkirinê got: Îran ji hikûmeta bêsoz, peymanşikên û derewbêj a Amerîkayê bêzar e û yê bi awayekî giran li hemberî kiryarên wê bisekine.

Wî li dewama xutbeyan ragihand ku cinayetên Erebistanê li karesata Minayê nayên jibîrkirinê û divê karesata Minayê û cinayetên siûdîyan li boneyên curbicur bên hilêxistinê ta ku bêkifayetî û bêtivdîrîya binemala siûdî li warê birêvebirina merasimên hecê bê nîşandayînê.

Xetîbê nimêja înîyê ya Têhranê herwiha bal kişand ser serkevtinên artêşê û hêzên gelanî yên iraqî û sûrî li warê têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê û got ku ev serkevtin bûn sebeb ku ev gelên mezlûm û bêguneh ji lepên vê koma têrorîst bên rizgarkirinê.

Ayetulah Mihemedelî Miwehidî-Kêrmanî li dawîya xutbeyan qedrê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê ji ber bicihbûna li avên azad jibo dabînkirina ewlehî û aramîya Îranê girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu