FilistînNûçeRojhilatanavin

Eskerên siyonîst bi dehan filistînî li derdora mizgefta Eqsayê girtin

Li gorî rapora malpera Filistîn El-Anê ji zarê Muhemed Mehmûd ji parêzerên filistînî, polîsê Rejîma Siyonîst nêzîkî 30 heya 40 filistînî li derdora mizgefta Eqsayê û deriyên kevnar ên vê mizgeftê girtin û radestî qereqola Qeşleyê kirine.

Eskerên siyonîst îro piştî nimêja înê nehiştin ku filistînî herin nav mizgefta Eqsayê.

Ji vê sibê ve eskerên siyonîst ketibûn nav mizgefta Eqsayê.

Ji aliyê din ve hevgavê Cejna Pak`î ya xirîstiyaniyan li erdên dagirbûyî, eskerên siyonîst tevî danîna bi dehan rawetgehên lêgerînê li ser riya meşa girseyiya bi hezaran xiristiyaniyan nehiştin ku ew herin klîseya Qiyametê

Rejîma Siyonîst tevî bêrêziya li biryarnameyên NY û bertekên cîhanî hema wisa çêkirina bajarokan, dagirkirina erdên filistînî, kavilkirina malên filsitîniyan û kuştian xelkê li Filistîna dagrbûyî didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu