ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê reftarên tund ên rêjîma Alê Xelîfê li dijî gelê Behrêynê dijî mirovahiyê û bi dûhatên nebaş ji bo wê rêjîmê dan zanîn.

Hucet-ul-islam wel-muslimîn Kazim Sidîqî li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê tevî diyarkirina nigeraniya xwe ji ber berfirehbûna tepeserkirin û zextên rêjîma Alê Xelîfê li dijî gelê Behrêynê, destnîşan kir: Ev gel tenê li dû wergirtina mafê xwe yê rewa ye û ji riyên biaştî wê yekê dişopîne.

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê bi gotina viya ku gelê Behrêynê eva 5 sal in ku bersiva nerazîtiyên xwe yên biaştî bi gulleyê wergirtiye, got: Rêjîma Alê Xelîfê li çarçoveya siyasetên rêjîma Alê Siûdê her cûre tundiya dijî gelê Behrêynê ku bi xwe dixwaze çarenivîsa xwe diyar bike, pêk tîne.

Hucet-ul-islam wel-muslimîn Kazim Sidîqî tevî diyarkirina nigeraniya xwe ji ber dewama tepeserkirin, zindanîkirina aliman û jêstandina mafê welatîbûnê ji melayan li Erebistan û Behrêynê got: Ev kiryarên zalimane mehkûm in û eger bidomin wê bibin sedema hilweşiyana rêjîmên Alê Xelîfe û Alê Siûdê.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her viha tevî şermezarkirina fitwaya xaxamên siyonîst ji bo rewakirina lewitandin û qirêjkirina ava vexwarinê ya filsitîniyan, got: Ev hovîtiya tam li dijî fêrkarîyên hezretê Mûsa (S) ne.

Hucet-ul-islam wel-muslimîn Kazim Sidîqî her viha bal kişande ser derxistina navê Erebistanê ji lîsta Reş a Saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara kuştina zarokên yemenî û destnîşan kir: Vê kiryarê derbeyeke bêweger li cîgeha NY xist û nîşan da ku ev saziya navneteweyî di bin bandora hêzxurtên malî û siyasî da ye.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê bêdengiya NY li hemberî zarokên astengdar, birîndar, êtîm û birçî yên Yemenê ne hêjayî anîna hecetan û pînekirnê da zanîn û her viha got: Rewatiya exlaqî ya vê saziyê êdî ketiye bin pirsê.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê her viha li bereberê hatina Heftiya Saziya Dadweriyê li Îranê, şehîdên 27`ê Hezîranê bi taybet ayetullah Bêhêştî, serokê wê demê yê Dîwana Bilind a Îranê, ji aliyê koma têrorîst a Munafiqînê va bi bîr anîn û rêz li wan girt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu